Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 3’yemîn salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” li ber Wezareta Karên Derve ya Norwêcê çalakiyek hevpar li dar xistin.
Di çalakiyê de partiyên siyasî, tevger û rêxistinên jin û ciwanan beşdar bûn.
Li wir li ser navê beşdaran peyamek hate dayîn û wiha hate gotin:
Kuştina Jîna Emînî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve israra gelê Kurd ji bo azadiyê geştir kir.
Lewma ji bo serxistina şoreşa “Jin Jiyan Azadî” her li qadê di têkoşîn û berxwedanê de bin.”
Her wekî beşdaran sûcên darvekirinê yên li ser Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Muhammedî şermezar kirin û gotin:
“Divê aliyên navnetweyî û rêxistinên mirovî demildest erka xwe pêk bînin.
Cezayên darvekirinê li seranserî Îranê rawestînin.”
Piştre peyamên Belûcan û endamên Eniya Çepê jî hatin parvekirin.
Çalakî bi durişmeya “Jin Jiyan Azadî” û”Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.


