Weqfa Çandî ya Newroz a li Lubnanê bi boneya salvegera damezirandina weqfê, şahiyek li dar xist. Di şahiyê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, malbatên şehîdan, kurdistanî, çalakvan û hunermend hazir bûn.
Şahiya pîrozkirina 11`emîn salvegera damezirandina Weqfa Çandî ya Newrozê li navenda wê ya li paytexta Lubnan Beyrûtê hate lidarxistin.
Serokê weqfê, Cemal Hesen axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Hesen behsa dîroka weqfê ya 11 salan, xebatên wên yên çandî û civakî, kir û teqezî bi girîngiya parastina nasnameya kurdî, xurtkirina pîvanên diyalogê û aştiyê kir. Dûre spasiya endaman û piştevanên weqfê kir.
Piştre derhêner Adil Ismaîl axivî, spasiya beşdaran û weqfê kir ji ber ku piştgiriya şanogeriyê dikin. Piştî wê Koma Mîtanî Rojava û hunermend Gulistan Tahir 2 şano pêşandan.
Hunermend Gulistan bi rêya şanoya xwe ya bi sernavê “Monodrama Nisrîn” koçberî, bandorên wê li ser mirovan û zehmetiyên di lêgerîna ewlehiyê û girêdanê de dibînin, rave kir.
Di pîrozbahiyê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, malbatên şehîdan, nûnerên komele û çalakvanên siyasî, hazir bûn.
Di dawiya şahiyê de, rêveberiya Weqfa Newroz spasiya beşdaran kir û teqezî bi berdewamkirina peyama xwe ya çandî û civakî kir.



