Li Xezayê ji ber birçîbûnê 2 kesên din mirin. Her wiha di êrişên Îsraîlê de li heremên cuda li Xezayê 33 kes hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê daxuyaniyek nivîskî weşand û agahiyên herî dawî li ser kesên ku ji ber birçîbûnê mirine, da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 24 saetên dawî de 2 kesên din ji ber birçîbûn û kêmbûna xwarinê mirine.
Hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve li Xezayê ji ber birçîbûnê mirine, gihîştiye 422 kesan, ku 145 ji wan zarok in.
Di êrişa Îsraîlê de li Xezayê 33 kes hatin kuştin
Her wiha li taxa Tel el-Hawa ya li bakurê Şerîda Xezzeyê, avahiyek Wezareta Girtiyên Şer hate lêdan. Di êrîşê de 7 kes hatin kuştin.
Di bombebarankirina avahiyek li navçeya Barcelonayê ya Tel el-Hawa de jî 7 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê deverên cuda yên şerîda Xezayê hedef girt
Di êrîşeke bi balafirên bê mirov de li ber Nexweşxaneya El-Şîfa li rojavayê bajêr, kesek hate kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê li taxa Tel el-Hawa li başûrê bajêr xaniyek bombebaran kir.
Di êrîşeke bi droneyan li rojavayê bajarê Xezayê de 4 kes hatin kuştin.



