Erdogan: Me 40 deverên rejîmê li Idlibê kirin armanc

Bi idiaya ku rejîma Sûrî êrîşî karwaneke wan kiriye, dewleta Tirk weke bersiv 40 deverên rejîmê li Idlibê kirin armanc.

Di derbarê wê de, Erdogan gefa zêdekirina êrîşan li rejîmê xwar û ji Rûsya re got tu xwe bide aliyekî.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyê jî, 4 leşkerên wan hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk bi idiayên ku rejîma Sûrî êrîşî hêzên wan ên li Idlibê kiriye, îro êrîşine giran bire ser nuqteyên rejîmê.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan soza berdewamkirina operasyonên xwe yên leşkerî li Sûriyê da û got:

Me 40 deverên rejîmê bi balafirên F-16 kirin armanc.

Ji bo parastina biraderên me yên li Idlibê, em ê operasyonên xwe her berdewam bikin.

Erdogan ji Rûsyayê re:
Em ne bi we re danûstandinê dikin, em rejîmê digirin dest

Erdogan diyar kir ku “navbera 30 û 35 leşkerên artêşa Sûrî bi êrîşên wan hatin kuştin.

Erdogan berê xwe da Rûsyayê jî û got:

Em ne bi we re dan, lê belê em rejîmê digirin dest û em hêvî dikin ti astengî neyên pêşiya me.

Ji bo vê, serbazên me bi giranî bi Rûsan re hevahengiyê dikin, li ser vê jî em ê operasyonên xwe dewam bikin.

Ji aliyê xwe ve, Îranê ragihand ku ji mafên artêşa Sûrî ye ku êrîşên li ser erdên xwe yên dagirkerî asteng bike.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê:
4 leşkerên me li Idlibê hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn

Berî vê daxuyaniyê ne bi tiştekî, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê jî ragihand ku 4 leşkerên wan di êrîşeke rejîmê de hatine kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Wezareta Tirkî got, “tevî agahiyên Rêjîmê ji baregehan hebûn jî, lê ew topbaran kirin.”

Çavdêriya Sûrî:
6 leşkerên rejîmê bi êrîşeke Tirkiyê hatin kuştin

Çavdêriya Sûrî jî anî ziman ku 6 leşkerên rejîmê bi topbaraneke Tirkiyê hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Tê zanîn ku niha Rêjîm ber bi Seraqib a Idlibê ve bi pêş dikeve û çend nuqteyên Tirkiyê xistine dorpêçê.

Çavdêr dibînin, “ev leşkerên ku Tirkiyê dibêjin ew li Idlibê hatine kuştin, ew bixwe 30 Çileyê li Efrînê hatibûn kuştin, ji lew re ji ber vê pêşketinê û bi bihaneya vê yekê, dewleta Tirk dest bi operasyonên xwe li Idlibê kir.

Back to top button