Bi boneya salvegera 3’yemîn a Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek da: KJK’ê diyar kir ku ev ne tenê şoreşa gelên Îranê ye, di heman demê de têkoşîna hevpar a gelên cîhanê û jiyana tevan e.
KJK’ê got, rêya Îran a demokratîk ji Jin, Jiyan, Azadî re derbas dibe.
Koordînasyona KJK’ê bi boneya salvegera 3’yemîn a şoreşa Jin, Jiyan, Azadî daxuyaniyek da.
KJK’ê di şexsê Jîna Emînî, Şilêr Resûlî, Nîkaşa Keremî, Komar Derûftadî, Zekeriya Xeyal û Mînû Mecîdî de hemû şehîdên şoreşê bi hurmet û minet bi bîr an.
KJK’ê ragihand ku şoreşo ne tenê ya gelên Îranê ye, di heman demê de têkoşîna hevpar a gelên cîhanê û jiyana hemûyan e.
“Rêya Îran a demokratîk ji Jin, Jiyan, Azadî re derbas dibe”
KJK’ê diyar kir ku rêya Îran a Demokratîk ji Jin, Jiyan, Azadî’ derbas dibe û bang li jinan û gelan kir ku vê şoreşê mezin bikin û got:
Merasîma cenazeyê Jîna Emînî ku 17’ê Îlonê pêk hat, bû destpêka şoreşa Jin, Jiyan, Azadî. Lewma 16’ê Îlona 2022’an ji bo jinan û tevahiya gelên Îranê û cîhanê bû xaleke werçerxê ya dîroka berxwedanê.
Rejîma Îranê xwest, di şexsê Jîna Emînî de tirsê bixe nava gelan û jinan hemûyan, lê berevajî vê yekê li meşa gel a bê tirs û bi hêrs a ber bi şoreşê ve rast hat.
Lewma şoreşa Jin, Jiyan, Azadî hem bi pêşengiya jinan, hem bi tevlîkirina gel a li nava xwe ya ji 7 heta 70 salî hem jî bi derbasbûna ji sînoran cihê xwe di dîroka berxwedanê ya gelan de girt.
“Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî şoreşeke mejî û kesayetiyê ye”
Di dewama daxuyaniya xwe de KJK’ê wiha bi lêv kir:
Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bû şoreşeke welê ku ne tenê jinan her wiha wan mêran jî cihê xwe di nav de girtin ku dixwestin feraseta serweriya mêr bişikînin.
Lewma şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi esasî şoreşeke mejî, çand û kesayetiyê ye.
Xwedîderkretina hemû beşên civakî li vê şoreşê nîşanî cîhanê da ku azadiya jinan xala esasî û diyarker a çareseriya hemû pirsgirêkên civakî ye.
“Rêber Apo formula Jin, Jiyan, Azadî li tevahî cîhanê belav kir”
KJK’ê anî ziman ku bi rengê ku Rêber Apo anî ziman formula efsûnî ya Jin, Jiyan, Azadî li tevahiya cîhanê belav bû û got:
Rejîma Îranê ku li pêşberî bandora vê formula efsûnî bêçare ma, kiryarên xwe yên faşîzan dewam dike.
Lê belê li gel hemû kiryarên paşverû yên rejîma Îranê, her roj hîn bêhtir diyar dibe ku pêşî li daxwaza azadiyê ya gelên Îranê nikare bê girtin.
Ji ber ku dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ji dirûşmekê wêdetir veguheriye rastiyeke jiyanê.
Em di serî de jin bang li gelên Îranê, gelên cîhanê dikin ku di şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de israr bikin, di serî de şehîdên şoreşê hemû nirxan biparêzin û mezin bikin.



