Aktîvîsta mafê jinan û endama Platforma Jinê ya Navnetewî ya Îranê Besê Şemerî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî ” bi bîr anî û got: ”Jinan biryarên rejîma Îslamî û tirsa li hemberî pergalê, şikandin û kefenê tirsê çirandin.”
Derbarê sedem û bandorên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de, aktîvîsta mafê jinê û endama Platforma Jinê ya Navnetewî ya Îranê Besê Şemerî axivî.
Besê Şemerî diyar kir ku serhildan li hemberî bêedaletî û newekheviya pergala hişmendiya baviksalarî, serhildaneke tekane ya ku bandora xwe li tevayî cîhanê kir.
Besê Şemerî got ku serhildan ne nû ye, ev sed sal e jin li Îranê pêşengên serhildanan dike.
Temenê wê ji yê şoreşa Îslamî dirêjtir e.”
“Bi serhildana Jîna Emînî re jinan li Îranê kefenê tirsê çirandin”
Besê Şemerî dibêje, Jina Kurd Jîna Emînî, di 13’ê Îlona 2022’an de ji aliyê “Polîsên Exlaqî” ve hat êşkencekirin û di 16’ê Îlonê de hat şehîdxistin.
Bi hezaran gelê bajarê Seqizê Jîna spartin axê.
Li wir bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” çirûska serhildanan pê ket.
Ev serhildan û diruşma li cîhanê deng veda û bû sembola berxwedana jinan.
Ji wê rojê û vir ve hêjî, jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di girîgehan de, kolanan, derveyî welat û her çar aliyên cîhanê vê berxwedanê didomînin.



