Berpirsa Saziya Jin û Civakî ya li Ingilîstanê Helale Tahîrî derbarê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de axivî û wiha got: “Jinan heta astekê karî peyameke mezin bidin Îranê, ew ê careke din kolebûnê qebûl nekin.
Şoreşê wisa kir ku êdî bi kêmî li jinê neyê meyzandin û heta pêşengên şoreşê ne.”
Berpirsa Saziya Jin û Civakî ya li Ingilîstanê Helale Tahîrî derbarê salvegera 3’emîn û girîngiya serhildanê ji bo jinan û welatiyên Îranê nirxand de axivî.
Helale Tahîrî bal kişand ser guherînên piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û got:
Berpirsa Saziya Jinê li Ingilistanê: Desthilata Îranê lawaz bûye
“Di nava van sê salan de jinan karî peyameke mezin bidin desthilata Îranê û bejin; ’em careke din kolebûnê qebûl nakin.’
Dest bi şewitandina laçikanan kirin.
Her çendî jin bên êşkencekirin û zext li ser bê kirin jî, şoreş dewam dike.
Desthilata Îranê li hemberî berxwedana jinan, lewaz bûye; nikare li ber xwe bide.”
Berpirsa Saziya Jinê li Ingilistanê: Hêjî zilma li ser jinan didome
Helale Tahîrî da zanîn ku hêjî rejîma Îranê zext û zilma li ser jinên têkoşer dimeşîne û wiha dewam kir:
“Êşkence, zilm û zordarî dewam dike.
Her kêlî dibe cezayê darvekirinê yê ji bo Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî bê bicihanîn.
Jin ji bo mafê xwe bidest bixin, têdikoşin.
Şoreş bû alîkar ji bo nerazîbûnên beşên din yên civakê û wisa kir ku yekgirtiyê çêbike.
Şoreşê pêşiya wê vekir ku êdî bi çavê kêm li jinan neyê meyzandin. Ji niha şûn ve jin nayê piştguhkirin.”
Berpirsa Saziya Jinê li Ingilistanê: Divê piştgiriya jinên girtî li pêş be
Helale Tahirî anî ziman ku şoreşa jinan şoreşeke cîhanî ye û ev nirxandin kir:
“Her tevgereke jinan ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li cîhanê deng vedide.
Ev yek jî hewldanek e ji bo yekîtiya jinan ya li hemberî her cûre zext û zilmê.
Divê li kolanan û ber derê girtîgehan çalakiyên nerazîbûnê hebin.
Piştgirî bê dayîna malbatên girtiyan û dengê xwe bilind bikin.”
Berpirsa Saziya Jinê li Ingilistanê: Êşa jinan yek e
Berpirsa Saziya Jin û Civakî ya li Ingilîstanê Helale Tahîrî dewama axaftina xwe de daxwaz li jinên Kurd kir ku platformeke yekgirtî li gel jinên ji neteweyên din bi taybet ew jinên mafê Kurdan diparêzin, ava bikin û wiha bi dawî kir:



