Li Xezayê ji ber êrişên Îsraîlê yên li dijî mal û burcên niştecihan kuştî û birîndar çêbûn û bi hezaran sivîl koçber bûn.
Çavkaniyên Filistînî ragihand ku di bombebarana Îsraîlê ya li ser du malên li Kolana El Celaa ya li bajarê Xezayê de, 10 kes hatin kuştin û hinek jî jî birîndar bûn.
Televîzyona Filistînê diyar kir ku, di bombebarana konekî koçberan di hundirê avahiya Xaça Sor de li taxa El Rîmal de 6 kes, di nav wan de zarok jî hebûn hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.
Rayedarên Filistînî destnîşan kirin ku hêzên Îsraîlê di du rojên borî de herî kêm 30 avahiyên sivîlan wêran kirine û bi hezaran malbat neçar mane ku koçber bibin.



