Friday 2026/06/05
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Rêveberiya kantona Firatê bi boneya salvegera êrişa li dijî Kobanê daxuyanî da

September 15, 2025
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Rêveberiya kantona Firatê bi boneya salvegera êrişa li dijî Kobanê daxuyanî da
Share on FacebookShare on Twitter

Rêvêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê bi boneya salvegera êrişa DAIŞ`ê ya li dijî Kobanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşnakirin ku heta pêkanîna azadiyê ew ê li ser şopa şehîdan bin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê li Muzexaneya Şer a Kobanê bi boneya salvegera êrişa DAIŞ`ê ya li dijî bajar daxuyanî da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê mamosteyê Zanîngeha Kobanê Aras Hiso û bi zimanê erebî ji aliyê şagirta Zanîngeha Kobanê Firyaz Remo ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Di 15’ê îlona 2014’an de salvegera êrişên DAIŞ’ê li ser gund û bajarê Kobanê ye, beriya 10 salan mîna vê rojê DAIŞ’ê di sê aliyan ve êriş kir, ew yek piştî êrişên wê li ser Sûriyeyê û Îraqê û kontrolkirina wê bajarên mezin mîna Reqa û Mûsilê. DAIŞ’ê çek desteser kirin û hewl da bajarê Kobanê dagir bike.

‏Yek ji planên êrişa ku li ser Kobanê, tunekirina hebûna gelê Kurd û destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê bû, herwiha ji ber ku ji Kobanê çirûska şoreşa Rojava dest pê kir, dixwestin Kobanê dagir bikin.

‏Lê bajarê Kobanê ne wek hemî bajarên din ku rastî êrişên DAIŞ’ê hat, zarokên vî bajarî weke bendavekê li hemberî êrişan sekînin, bi ramanên azad û îradeya bi hêz bûn, parastina doza rewa kirin û ala azadiyê rakirin, ne tenê parastina welatê xwe kirin, wan parastina hemû cîhanê kirin û li pêşiya rêxistina terorîst in.

‏Berxwedana 134 rojan a YPG û YPJ’ê êrişên terorê têk birin û DAIŞ ji bajêr derxistin, ji wir pêngava rizgarkirina hemû herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji rêxistina terorê dest pê kirin, Kobanê bajarê yekemîn ku DAIŞ têk bir, ji wir bû destpêka dawîbûna rêxistina terorê di aliyê leşkerî de.

‏Berxwedana bê hempa ya parêzvanên azadiyê di kolanên Kobanê de, hemû planên rêxistina DAIŞ û kesên li pişt wê disekînin têk birin, tevî piştgiriya pir a ku terorê digirt, di nav de dewleta Tirk a dagirker, ku hemû sînorên xwe li pêşiya Daişê vekir û hişt terorîst derbasî Sûriyeyê û Îraqê bibe, bajar wêran kirin û civaka Sûriyeyê jihev xistin.

Berxwedana mezin hestên mirovî di hundirê her kesê azadîxwaz li hemû cîhanê herikand, ji bo piştgiriya vê berxwedanê cîhan bû yek, ji ber vê yekê 1’ê Mijdarê wek Roja Cîhanî ya piştgiriya berxwedana Kobanê hate hilbijartin, bi hezaran kes di wê rojê de daketin qadan û piştgiriya xwe bi Kobanê re dane nîşandan.

‏Her wiha em piştgiriya mezin a gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de bibîr tînin, berxwedana wan roleke sereke û pir girîng lîst ku berxwedana Kobanê bi ser bikeve.

‏Heta niha êrişên li dijî Şoreşa 19’ê Tîrmehê û projeya demokratîk li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamin, dijminên azadiyê hewl didin tiştê ku DAIŞ’ê nekir, bike. Gefên li dijî herêmên me û projeya demokratîk ji aliyê komên navên cûda li xwe kirin û bi heman hişmendiyê dixebitin, berdewam dikin.‏

‏Şerê li dijî DAIŞ’ê hîn bi dawî nebûye, hîn şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li her deverê hene, nav her demê de derdikevin, ew bê istiqrara li Sûriyeyê diçewisînin, ji ber vê yekê divê şerê li dijî terorê dewam bike heta bi temamî tine bibe. Em teqez dikin ku dê berxwedana me bi heman rih û îradeya serkeftina di Kobanê de dewam bike heta pêkanîna azadî û demokrasiyê, û şikandina hemû êrişên li dijî destkeftiyên şoreşê.

Em bang li mirovahiyê û cîhanê dikin ku piştgiriya gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya Rêveberiya Xweser bikin, ji ber projeya me yekane hêviya avakirina Sûriyeke nû ye. Rêveberiya Xweser îsbat kir ku ew nimûneya guncaw ku pêşerojeya gelê Sûriyeyê misoger dike. Ji ber vê piştgiriya Rêveberiya Xweser ew piştgiriya îstiqrar û pêşeroja ronî ya Sûriyeyê ye.

Di dawiyê de, em pakrewanên azadiyê ku bi xwîna xwe destanên qehremaniyê nivîsandin, bi bîr tînin, em teqez dikin ku em ê li ser şopa şehîdên xwe bin ta pêkanîna azadiyê.”

Previous Post

Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 10 kes hatin kuştin

Next Post

ÎROJ

Weşana girêdayî

Parêzgarê Hesekê bi Nûnera UNICEFˊê ya li Sûriyeyê re civiya
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Parêzgarê Hesekê bi Nûnera UNICEFˊê ya li Sûriyeyê re civiya

Li ser gorên şehîdan a Kobanê hezar kulîlk hatin çandin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li ser gorên şehîdan a Kobanê hezar kulîlk hatin çandin

Li Hesekê ciwanek hat qetilkirin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li Hesekê ciwanek hat qetilkirin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye