Li Qatarê ji bo bal kişandina ser êrîşên Îsraîlê civînek awarte hat lidarxistin.
Di civînê de lîderên gelek welatan beşdar bû lê ti encamek ji civînê derneket.
Lîderê welatên Îslamî ji bo civîneke awarte li Qeterê civiyan.
Ev civîn piştî êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya hefteya borî li ser rêveberên Hamasê li Dohayê pêk hat.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî ji bo beşdarbûna civînê û axaftinekê li Qeterê ye.
Hat ragihandin ku Pezeşkiyan berî ku biçe, banga yekîtiyê di navbera welatên Îslamî de û qutkirina têkilîyên bi Îsraîlê re kiriye.
Reuters radigihand ku belgeya dawî ya civînê bidest xistiye, ku tê de êrîşa Îsraîlê ya li ser Qeterê, qirkirina li Xezayê, paqijkirina etnîkî, şermezar kirine.
Rojnameya El-Meyadîn ragihand ku di civînê de ti encam nehatiye bi dest xistin û tenê êrîşên Îsraîlê hatiye şermezarkirin.



