Serokê Amerikayê Donald Trump, di derbarê têkoşîna li dijî kartelên narkotîkê de careke din gef li Venezuelayê xwar.
Trump dibêje dibe ku careke din li dijî keştiyên narkotîkê êrişên nû pêk werin.
Serokê Amerikayê Donald Trump, di derbarê têkoşîna li dijî kartelên narkotîkê de careke din gef li Venezuelayê xwar.
Trump, dema ji New Yorkê diçû paytexta Washingtonê, di balafirê de bersiv da pirsên rojnamevanan ên derbarê rojevê de.
Trump diyar kir ku hêzên deryayî yên Amerîkî, ku bi navê “têkoşîna li dijî kartelên narkotîkê” hatine şandin herêma Karayîban, wê erkên xwe berdewam bikin û got:
“Ji Venezuelayê gelek narkotîk tên. Gelek endamên çeteyên Aragua jî tên.
Ew hewl didin derkevin derve lê em wan li sînor bi serkeftî rawestînin.”
Trump: Dibe ku li dijî keştiyên narkotîkê êrişên nû pêk werin
Di bersiva pirsa “Ma hûn li benda êrîşên zêdetir li ser Venezuelayê ne?” de, Trump peyam da ku ew ê êrîşên xwe li ser keştiyên girêdayî narkotîkê yên li Karayîban têne dîtin berdewam bikin.
Trump îdia kir ku keştiyê, ku Venezuela wekî “keştiyê masîvaniyê” binav dike, keştiya narkotîkê hilgir e, û got ku ew xwedî hemû agahiyên îstîxbaratî yên derbarê vê keştiyê de ne.
Serokê Amerîkayê, derbarê îhtîmala êrîşeke rasterast li ser Venezuelayê de, nirxandineke zelal nekir.
Venezuela: DYA li karayîban firînên îstîxbaratî pêk tîne
Her wiha Wezîrê Parastinê yê Venezuelayê Vladimir Padrino Lopez jî diyar kir ku Amerîka li Karayîban û herêmên nêzî welatê wan firînên îstîxbaratî pêk tîne.
Lopez, di axaftina xwe ya li ser kanala dewletê VTV’yê de, derbarê çalakiyên leşkerî yên artêşa Amerîkayê li herêma Karayîban de got:
“Di meha Îlonê de her roj, û şeva borî jî, balafirên îstîxbaratî û tankeran di hewayê de sotemenî dagirtin.
Operasyonên îstîxbaratî û keşfê yên li dijî Venezuelayê di meha Tebaxê de sê qat zêde bûn.”
Lopez destnîşan kir ku ji ber ku Amerîka planên firînê agahdar nake, ew ji qezayên hewayî ditirsin, û teqez kir ku Hêzên Çekdar ji her îhtîmalê re amade ne.
Venezuela: DYA dixwaze li karayîban şer derxe
Wezîrê Parastinê Lopez îdia kir ku balafirên DYA’yê li herêma Karayîban û deverên nêzî welatê wan firînên îstîxbaratî dikin, û got:
“Ka ew kîjan agahiyan kom dikin, ew mijareke wan e. Em jî pêvajoyên xwe yên îstîxbaratî yên navxweyî dimeşînin.
Em amade ne û dikarin bi awayekî takekesî an kolektîf li hember her firînê tevbigerin; em dizanin ew çi dikin.
Em dizanin ku bicihbûna wan li Karayîban niyeta şer derxistinê heye.”
Lopez behsa bernameyên perwerdehiya leşkerî yên mîlîsan li seranserê welat jî kir, û got ku bi talîmata Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro.



