Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarên Hesekê û Holê xebatên xwe yên 6 mehan nirxandin û plana xwe ya siberojê destnîşan kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarên Hesekê û Holê yên Kantona Cizîrê civînên xwe yên nîvsalî lidar xist. Civîn bi beşdarbûna endaman bi rê ve çû. Di civînan de xebatên 6 mehên destpêkê ji salê hatin nirxandin. Plana dema pêş jî hate destnîşankirin.
Li bajarê Hesekê civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Emîra Mihemed axivî.
Paşê endamê Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Merwan Hesekê axivî û bal kişand ser geşedanên siyasî yên dawî li ser asta Sûriyê û tevahî herêmê.
Merwan Hesekê da zanîn ku guhertinên di herêmê de çêbûne, bandoreke mezin li rewşa herêmê kiriye û ev tişt anî ziman: “Banga aştî û civaka demokratîk ku di 27’ê sibata de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye kirin, guhertineke cewherî di siyaseta tevgerê de çêkir. Li şûna tekoşîna çekdarî, giringî da tekoşîna siyasî. Niha gereke dewleta Tirk ji bo pêkanîna bangê derfetên berifreh bide Rêber Abdullah Ocalan, da ku vê pêvajoyê ser bixe.”
Piştî axaftinê xebatên ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve di nava 6 mehên derbsbûyî de hatin lidarxistin hatin pêşandan. Xebat di çarçoveya birêxistinkirin û perwerdekirina ciwanan de bû.
Di berdewama civînê de sînevizyonek li ser xebatên hatine meşandin hate pêşandan. Paşê beşdaran xebatên hatine kirin bi awayekî berfireh nirxandin. Her wiha pêşniyar û nerînên xwe derbarê xebatên dema pêş de pêşkêş kirin.
Di civînê de encamnameyek ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve hate destnîşankirin. Tê de plana dema pêş jî hate destnîşankirin. Di encamnameyê de hate gotin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zemîna bingehîn a azadiya civakê ye. Di heman demê de hate gotin ku dê civîn û danûstendinên bi ciwanan re hîn zêdetir werin lidarxistin.
Li Holê jî civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê endamê Rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Husam El Hisên rapora nîvê salê ya yekîtiya ciwanan xwend. Di raporê de bal hate kişandin ser rewşa Rêber Abdulah Ocalan, rewşa siyasî û helwesta li beramberî plana Rêbertî, rewşa rêxistinî û pêşniyarên endaman.
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Besma El Ehmed jî rapora Yekîtiya Jinên Ciwan a nîvê salê xwend. Paşê endamê rêveber ê Yekîtiya Ciwanên Şoreşger Birûsk Hesekê behsa perspektîfên dawî yên Rêber Abdullah Ocalan kir û da zanîn ku rola ciwanan di pêkanîna wan de gelekî giringe.
Di berdewama civînê de xalên hatibûn pêşkêşkirin, hatin nîqaşkirin. Di civînê de her wiha sînevizyon hate pêşandan û tê de xebatên ciwanan û çalakiyên lidar xistine hatin destnîşankirin. Jê, vekirina dewreyên perwerdeyê, semîner, serdana bajara û gundan, pêşxistina rola navendên ciwanan û pêşxistina rola wan bûn.
Di dawiya civînê de rapor ji aliyê delegeyan ve hate erêkirin û paşê plana fermî ya xebatên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger hate destnîşankirin.



