Fermandar û serokên dewletên ereb û musliman, di dawiya lûtkeya erebî-islamî ya awarte ku li Dohayê hate lidarxistin, êrişa Îsraîlê ya li ser Qeterê şermezar kir.
Serokên dewletên ereb di encamnameyê de, bang li dewletan kir ku rê nedin Îsraîlê êrişên xwe li dijî gelê Filistînê bidomîne.
Di lûtkeyê de serokên dewletan hişyarî dan ku di encama siyasetên Îsraîlê de “kerasteke mirovî” ku mîna wê çênebûye, li Xezayê pêk hat.
Her wiha, bang li civaka navneteweyî kir ku bilez êrişên Îsraîlê û siyaseta necezakirinê, rawestînin.
Serokên dewletan, ragihandina jihevcudakirina her du dewletan ji aliyê Komeleya Giştî ya NY`yê bi erênî nirxand û gotin:
”Divê piştgiriya “berxwedana Filistînê” bê kirin û fermanên Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî yên li berpirsên sûcan birîne, bi cih bînin.”



