HPG’ê 5 gerîlayên şehîd ên gelên Êzidî û Ereb yên Şengalê ku li Garê şehîd bûne bi bîr anî.
HPG’ê da zanîn ku hevrêyên wan Doga, Delîl, Nûjiyan, Azad û Şêrhat di nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi baweriyeke mezin têkoşiyan û bûn milîtanên fedaî yên Apoyî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyekê şehîdên gelên Êzidî û Ereb ên Şengalê bi bîr anî.
HPG’ê anî ziman ku hevrêyên wan Doga Pîrdogan, Delîl Şengal, Nûjiyan Sîncar, Azad Zîlan û Şêrhat Zeko dema di nava refên gerîlayan de têdikoşiyan di dîrokên cuda de tevlî karwanê şehîdan bûn.
HPG’ê got, em pêşengên wêrek ên gelên me yên Êzidî û Ereb ku bûne milîtanên Apoyî yên fedaî bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.
Têkoşîna fedaiyane ya Tevgera Apoyî ya li dijî êrîşa komkujiyê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de ya li ser gelên me yên li Şengalê, azadkirina Şengalê weke destaneke lehengiyê ya mezin derbasî dîrokê bû.
Ewladên wêrek ên gelên me yên Êzidî û Ereb ên li Şengalê hevrêyên me Doga, Delîl, Nûjiyan, Azad û Şêrhat girêdayî vê yekê tevlî Tevgera Apoyî bûn.
Di nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de bi baweriyeke mezin têkoşiyan û bûn milîtanên fedaî yên Apoyî.
Têkoşîna ku gelan ji bo azadiya xwe dan meşandin, di pira xwişk-biratiya qewîn a navbera gelên Kurd û Ereb de bû stûneke gelekî xurt.
Sekna hevrêyên me, tevlîbûna wan, pratîka wan û têkoşîna wan a ber bi şehadetê ve nîşan dan ku rastiya paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo û xwişk-biratiya gelan heqîqetên mezin in.
Hevrêyên me Doga, Delîl, Nûjiyan, Azad û Şêrhat heqîqet bi kedeke mezin û dayîna canê xwe nîşan dan.
HPG’ê di dawiyê de di serî de ji malbatên şehîdan sersaxî ji gelên me yên Êzidî û Ereb ên li Şengalê xwest û soza xwe ya meşa li ser şopa şehîdên xwe û pêkanîna armancên wan nû kir.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Doga Pîrdogan
Nav paşnav: Dara Qasim
Cihê Jidayikbûnê: Şengal
Dayik-Bav: Fatma-Qasim
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Îlona 2021 / Garê

Nasnav: Delîl Şengal
Nav û Paşnav: Abdulrezak Tirkî Eweyt
Cihê Jidayikbûnê: Şengal
Navê Dayik-Bav: Gemra-Tirkî Eweyt
Dem û Cihê Şehadetê: 11 Tebaxa 2023 / Metîna

Nasnav: Nûjiyan Sîncar
Nav û Paşnav: Xalîde Reşo
Cihê Jidayikbûnê: Şengal
Navê Dayik-Bav: Xemê-Reşo
Dem û Cihê Şehadetê: 6 Tebaxa 2019 / Garê

Nasnav: Azad Zîlan
Nav û Paşnav: Cûma Îbrahîm Casim
Cihê Jidayikbûnê: Şengal
Navê Dayik-Bav: Henûs Salim Xidir-Îbrahîm Casim
Dem û Cihê Şehadetê: 13 Adara 2020 / Metîna

Nasnav: Şêrhat Zeko
Nav û Paşnav: Rakan Mûhammed Huseyn
Cihê Jidayikbûnê: Şengal
Navê Dayik-Bav: Emîne-Mûhammed Huseyn
Dem û Cihê Şehadetê: 29 Nîsana 2019 / Garê



