Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lorena Lopez de Lacelle di derbarê dewama tecrîda li ser Rêber Apo axivî.
Lorena Lopez diyar kir ku hewldanên aştiyê yên Rêber Apo ji bo cîhanê mînak e û got: “Azadiya Ocalan wê pêvajoyê bi ser bixîne.”
Rêber Apo di 27’ê Sibatê de de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir.
Banga Rêber Apo li tevahî cîhanê bi bangeke dîrokî hat pênasekirin.
Tevî ku ev 7 meh li ser banga Rêbertî re derbas bûye lê hîn jî dewleta Tirk bê deng e û tecrîd li ser Rêber Apo dewam dike.
Li ser vê yekê Seroka Tifaqa Azad ya Ewropayê Lorena Lopez de Lacelle ji ANF’ê re axivî.
Lorena Lopez de Lacelle destnîşan kir ku bicihanîna ‘mafê hêviyê’ ji bo pêvajoya danûstandinan a bi Tirkiyê re gelekî girîng e.
Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Lêgerîna Ocalan li gel gelên li Tirkiyê li çareseriyeke aştiyane
Lorena Lopez de Lacelle bi bîr xist ku tifaqa wan mafê diyarkirina paşeroja xwe ya tayînkirina çarenûsa xwe ya gelan diparêze û got:
Mixabin li gel dema ku di ser re derbas bûye hîn pêşketinek nebûye ku ev yek me dixe nava fikaran.”
Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Ev hewldanên Ocalan bi esasî ji bo Rojhilata Navîn girîng in
Lorena Lopez de Lacelle desnîşan kir ku ew fikir û hewldaên Rêber Apo ji bo tevahiya cîhanê weke ronahiyekê dibînin û wiha axivî:
“Bêguman ev hewldanên Ocalan bi esasî ji bo Rojhilata Navîn girîng in.
Ocalan bi vê helwesta xwe re nîşan da ku li cîhanê lîder hene ku di pêvajoyeke bi vî rengî de daxwaza aştiyê dikin.
Gelekî girîng e ku Kurd vê pêvajoyê bi navê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pênase dikin.”
Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Delweta Tirk divê li gorî biryarên DMME’ ê tevbigere
Lozep de Lacelle ji bo serketina pêvajoyê işaret bi girîngiya azadiya Rêber Apo kir û anî ziman:
“Delweta Tirk divê li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere û ‘mafê hêviyê’ bi cih bîne.
Divê dewleta Tirk li gorî berpirsyariyên xwe tevbigere û biryara ‘mafê hêviyê’ ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pêk bîne.
Ji ber ku mafê her mirovî ye ku nêzîkatiyeke bi rûmet lê bê kirin.”



