Li gorî raporên di çapemeniya Ermenistanê de, mohrên ku sembola Çiyayê Araratê li ser wan heye, ji 1’ê Mijdara 2025’an pê ve êdî nayên bikar anîn.
Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê Ermenistanê Arsen Torosyan diyar kir, “Sedema biryarê pir hêsan e.
Mohr li gorî hewcedariyên nûjen ên derbaskirina sînoran û îdeolojiya Ermenistana rastîn hatine adaptekirin.”
Artur Hovhannisyan ji Partiya Peymana Sivîl a desthilatdar diyar kir ku sedema vê biryarê “ji şandina peyamên xeternak dûrketin” ji welatên cîran re bû.
Artur got:
“Gava din dikare rakirina Çiyayê Araratê ji hemî belge û mohrên me yên din be.
Çiyayê Ararat wateyek sembolîk hildigire. Ez bawer dikim ku têgehên Ermenistana ‘rastîn’ û ‘dîrokî’ sûnî ne.”
Hat gotin ku biryar di 11’ê Îlonê de hatiye girtin.



