Îsraîlê careke din bi balafirên şer êrişî Yemenê kir.
Hat diyarkirin bendera Hudey de 12 caran hatiye bombebarankirin.
Li gorî dezgehên ragihandinê yên Hûsiyên li Yemenê balafirên li dijî bendera Hudeyde 12 caran êriş pêk anîne.
Berdevkê Leşkerî yê Husiyan eşkere kir ku pergala parastinê ya hewayî bersiva êrişên balafiran daye.
Kanala 12 ya Îsraîlê jî ku agahiyên xwe spartin çavkaniyek îsraîlî diyar kir ku armanca êrişan rawestandin bendera El Hudeyda ji bo çend hefteyan e.
Beriya êrişê jî artêşa Îsaîlê “hişyariyeke lezgîn” dabû ku benderê vala bikin.



