Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan ji Medya Haber TV re axivî.
Di axaftina xwe de pêvajoya 11 mehan, sozên nehatine pêkanîn, gavên nehatine avêtin, berevajîkirina armanca komîsyona li meclîsa Tirkiyeyê bi bîra hikumeta Tirk xist û banga cidiyetê li dewleta Tirk kir.
Dûran Kalkan wiha axivî: “Bila Rêber Apo siyaseta demokratîk bimeşîne, rêxistinbûna xwe ava bike, her kes wê çaxê dê çeka xwe deyne û ber bi wî ve bibeze. Wê tevlî rêxistina wî bibe û siyaseta demokratîk bimeşîne. Ez garantiya vê didim.”
Kalkan şert û mercên dîlgirtî yên Rêber Apo bi bîr xistin û wiha dewam kir: “Ruxmî van şert û mercên Rêber Apo, li gel me ti kes ne zarok e ku çeka xwe biavêje milekî û ber bi dê û bavên xwe bibeze. Kî çi ji devî wî derdikeve divê bizane! Em xwe bi zorê digirin, em bi sebir nêz dibin!”
Dûran Kalkan bal kişand li ser komîsyona li Meclîsa Tirkiyeyê jî, diyar kir ku “meclîs xwe nêzî cewherê meseleyê nake” û destnîşan kir ku divê komîsyon Rêber Apo bibîne.



