Li Helebê depoyek çekan a Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê di berbanga îro de hat bombebarankirin. Hemwextî wê dengê balafirên bêmirov dihat.
Li nêzî Mizgefta Ayşe ya di navbera Çerxerêya Şîhan û Çerxerêya Lêremonê ya bajarê Helebê de depoyek çekan a Hikumeta Veguhêz a sûriyeyê hat bombebarankirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji herêmê dane, bombebaran di saetên berbangê de pêk hat, bi wê re teqînên mezin li herêmê çêbûn.
Nûçegihan anî ziman ku tu aliyên berpirsiyartiya bombebaranê negirt ser xwe û agahiyên der barê ziyan û windahiyan de nehatin bidestxistin.



