Berdevka Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Helebê Amîn Îsmaîl di derbarê mijar de axivî.
Amîn Îsmaîl desnîşan kir ku piştî Heyet Tehrîr El Şam, bûyerên revandinê zêdetir bûneû got: “Armanca wan ya serke bi van bûyeran, ew e qelskirina hebûna jinan di civakê de ye.”
Îro jinên li Sûriyê, bi taybetî jî li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de, bi bêewlehî û bêîstîqrariyê re rû bi rû ne.
Jin bi rewşên herî tirsnak, kuştin, destdirêjî û revandinê re rû bi rû dimînin lê li hemberî van sûcan edalet û hesabdayîn nîn e.
Ruxmê van sûcên giran jî rêveberiya demkî van binpêkirinan mîna “kiryarên kesî” bi nav dike û êş û bandorên wêranker ên van bûyeran ên li dijî jinan paşguh dike.
Berdevka Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Helebê Amîn Îsmaîl di derbarê mijar de axivî.
“Sedema bingehîn a valahiya ewlehiyê cîhadîstên biyanînin”
Amîn Îsmaîl, diyar kir ku piştî Heyet Tehrîr El Şam, paytext Şamê desteser kir, bûyerên revandinê zêdetir bûne û got:
“Li hemberê avn êrişan tenê şermezarkirin têr nake.
Sedema bingehîn a valahiya ewlehiyê ya îro tê jiyîn, cîhadîstên biyanî yên di artêşa Sûriyê de ne.
Cîhadîstên ku li Şamê li ser desthilatdariyê ne, curbecurbûna Sûriyê ji bo domandina sûcên xwe yên hovane mîna hincetek nîşan didin.
Revandina jina Kurd Heyfa Tayyar, mînaka vê yekê ye.
Tu sedem ji bo revandina Tayyar tune ye.”
“Ev bûyer li ser hemû civakê bandorek kûr çêdikin”
Amîn Îsmaîl, got ku zêdebûna bûyerên revandinê tê jiyîn, bandorek neyînî li ser perwerdeya ciwanan dike û wiha axivî:
“Ev ciwan dixwazin pêşerojek baştir ava bikin û perwerdeya xwe bidomînin.
Lê belê diyardeyên bi vî awayî, ne tenê bi komek etnîkî yan jî mezhebek re sînordar in.
Li ser hemû civakê bandorek kûr çêdikin.”
“Wê serhildan veguhere şoreşeke mezin”
Amîn Îsmaîl, da zanîn ku cîhadîstan ji bijîşkan bigre heya mamosteyan jinan di hemû qadên pîşeyî de hedef digrin û wiha domand:
“Tu hincetên kiryarên bi vî awayî nîn e.
Rasthatina gelê Sûriyê ya bi îşkence û sirgûnên bi vî rengî, wê bertekek bihêztir derbixe holê.
Ev serhildana ku li dijî rejîma Baasê hat destpêkirin. Wê veguhere şoreşeke mezin.”



