Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyê red kir û wek reva ji berpirsyariyê bi nav kir.
Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyê ya der barê qaşo “Nexşerêya çareseriya krîza Siwêdayê” de red kir.
Komîteyê di civîneke çapemeniyê de aşkera kir ku wezaretê behsa hevkariyê bi Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya taybet bi Sûriyê kir.
Hikumetê da zanîn ku dê hesabxwestin li gorî qanûna Sûriyê be.
Komîteyê anî ziman ku “ev pêşniyar nakok in, dihêle sûcdar bi xwe dadgerê xwe be.”
Komîteyê, hikumeta veguhêz a Sûriyê bi hewla xwediyarkirina wek “aliyê hewl dide lihevkirinê pêk bîne” tawanbar kir û diyar kir ku “şirîkê yekemîn ê sûcên li dijî bi hezaran welatiyan e.”
Di berdewama daxuyaniya komîteyê de hat destnîşankirin ku sûcên li Siwêdayê pêk hatine, paşguhkirin û mehrûmkirina ji mafên wan ên bi salan.
Di dawiya daxuyaniyê komîteyê got:
Divê lêpirsîneke navneteweyî ya şefaf bê kirin ku hesab ji sûcdaran bê xwestin û mafên xelkê Siwêdayê bên parastin.



