Akademîsyenê Îranî Hamid Dabashi piştgirî da Banga Rêber Apo ye ‘Aştî û Civaka Demokratîk’.
Ji Zanîngeha Columbiayê Profesorê Wêjeya Beramberkirî û Karên Îranê Hamid Dabashi peyamek ji DEM Partiyê re şand.
Hamid Dabashi di peyama xwe de banga Rêber Apo weke “Nîşaneya kemilîbûneke siyasî ya ku di asta navneteweyî de kêm caran tê dîtin” pênase kir û got:
“Dostên hêja, ez bi kêfxweşiyeke mezin daxuyaniya dîrokî ya Ocalan ku ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd hat kirin pêşwazî dikim.
Bi dîtina min ev yek nîşaneyeke bilind a kemilîbûneke siyasî ye ku di asta navneteweyî de kêm caran tê dîtin!
Bingeha exlaqî ya vê gava siyasî ku bi zanebûn hatiye avêtin, ne tenê ji bo meseleya Kurd-Tirk wê li ser paşeroja herêmê jî bandoreke demdirêj û mayinde bike.
Li gorî min, ev gav gava herî ji dil û herî şoreşger a lîderekî siyasî yê zane ye, ku di demeke welê tevlîhev de dikare bê avêtin.”



