Monday 2026/06/15
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Ji Qamişloyê banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan

September 17, 2025
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Ji Qamişloyê banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan
Share on FacebookShare on Twitter

Bi hezaran şêniyên bajarên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs û Tirbespiyê yên kantona Cizîrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîtîngek li dar xist û got “Eger Rêber Apo azad nebe, destkeftiyên me dê di xetereyê de bin.”

Bi pêşengiya Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamiloyê yê kantona Cizîrê, şêniyên bajarên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs û Tirbespiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîtîngek li dar xist. Mîtîng bi dirûşma “Em ê têkoşîna xwe bilind bikin, Rêber Apo fîzîkî azad bikin” li ber Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya Qamişloyê pêk hat.

Li qada mîtîngê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, QSD, Kongreya Star, Rêveberiya Xweser hatin daliqandin.

Bi hezaran pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan beşdarî mîtîngê bûn. Mîtîngê bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” û tilîliyên jinan û deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Silav ji Rêber Abdullah Ocalan re hatin şandin û keda şehîdan hat bîranîn.

Di mîtîngê de endamê Konseya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl axivî, silav li gel kir û şehîd bîr anîn. Aldar Xelîl bal kişand ser girîngiya çalakiyê û got: “Ji me re dibêjin çima hûn dibêjin azadiya Serok azadiya me ye, ji ber ku em li azadiya xwe digerin, li vîna xwe ya azad digerin. Serok jî pêşengiya wê dike.

Dema em bang nekin tê wateya em koletiyê dipejirînin. Vaye dewleta Tirk helwesta wê tê zanîn, xwe li ser tunekirina Kurdan ava kiriye. Naxwaze li herçar parçeyên Kurdistanê Kurd bibin xwedî vîn û destkeftî. Serok Apo û vê tevgerê 53 sal têkoşiya ku vê nêzîkatiyê biguhere. Yê ku Tirkan bîne xeta azadiyê Serok Apo ye.

Ev rastiyek e. Ji bo pirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe, pêwîste ya Bakur çareser bibe. Ji ber ku Enqere destwerdana Şamê dike. Eger Rêber Apo azad nebe, destkeftiyên me di xeteriyê de ne, ji ber dewleta Tirk nahêle Şam beşdarî çareseriyan bibe.”

Berdevka Kongreya Star Gulistan Gulo silav li tevahî gel kir û got: “Di dirêjiya 14 salên şoreşê de vî gelî şer û berxwedaniyek mezin kir. Bi hezaran şehîd û birîndar dan.

Ji bo nasnameya gelê me bû. Ne ji bo nasenekirina nasnameya jinan û gelan bû. Dewleta Tirk û hikumeta demkî ya li Şamê dixwazin vîna vî gelî ji nedîtî ve bên. Banga Rêber Apo pir zelal bû. Got, werin em bihevdû re bi biratî û dostanî bijîn. Lê dewleta Tirk û hevkarên wê tu gav neavêtine. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.

Rêber Apo got, şoreşa Rojava xeta min a sor e. Em jî dibêjin şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeta sor e. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê bi rûmet e, azadiya gelê Rojhilata Navîn e. Hêzên navnetewî qala ‘mafê hêviyê’ dikin, em azadiya Rêber Apo dixwazin. Ew tenê dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike.”

Serokê Meclisa Qebîla Tey Hesen Ferhan bi navê eşîr û qebîleyên Ereb axivî û got: “Em wek Sûriye beriya ku Ereb bin, em dibêjin Rêber Apo doza kurdî gihandiyek asteke cîhanî.

Rêber Apo civaka Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, xiristiyan, Aşûr û Ermen bi rêxistin kir.

Peymana Rêber Apo ji me re hat, ji bo tevayî eşîr û qebîleyên Ereb bû. Vê peyamê deng veda, ev peyam beriya ku siyasî be mirovî ye.

Wexta em qala pergala nenavendî dikin, nayê wê wateyê em ê xwe ji erdnîgariya Sûriyeyê parçe bikin, erdnîgariya Sûriyeyê ji tevayî gelê Sûriyeyê re ye.”

Piştî axaftinan mîtîng bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

Previous Post

Parêzeran ji bo Rêber Abdullah Ocalan daxwaza mafê hêviyê kir

Next Post

Li Hesekê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan mîtînga girseyî

Weşana girêdayî

Li herêma Cizîrê piştgirî dan biryarên Civata Giştî ya KNK‘ê
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li herêma Cizîrê piştgirî dan biryarên Civata Giştî ya KNK‘ê

Parêzgarê Hesekê: Dem ji vekirina deriyê Nisêbînê re divê
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Parêzgarê Hesekê: Dem ji vekirina deriyê Nisêbînê re divê

Li Dirbêsiyê 2 şervanên QSDˊê hatin oxirkirin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li Dirbêsiyê 2 şervanên QSDˊê hatin oxirkirin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye