Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ji bo peymanên aborî û geşedanên herêmê îro serdana Iraqê kir.
Tê payîn ku Macron li ser geşedanên herêmê bi rayedarên Iraqê re hevdîtinan bike.
Li gorî medya cîhanê serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron îro serdana Iraqê kir.
Tê gotin bi Macron re, şandeyek ji wezîrên Fransayê, berpirsên leşkerî, ewlekarî û aborî jî amade ne.
Her wiha wê Macron di serdana xwe ya ji bo Iraqê de, gelek peymanên nû yên aboriyê bi Iraqê re îmze bike.
Li gorî heman çavkaniyan wê serokkomarê Fransayê Macron tevlî Konferansa Bexdayê jî bibe.
Hêjayî gotinê ye Macron cara ewil di sala 2020’an de serdana Iraqê kiribû.



