Li Ewropayê îsal di havînê de ji ber germahiyên zêde tê texmînkirin ku 16 hezar û 500 kes mirine.
Li gorî lêkolînê, bajarê ku hejmara mirinên texmînkirî yên ji ber guherîna avhewayê herî zêde ye, bi 835 kesan Roma ye.
Îsal havîna çaremîn a herî germ a li Ewropayê hate qeydkirin.
Li Ewropayê îsal di havînê de ji ber germahiyên zêde tê texmînkirin ku 16 hezar û 500 kes mirine.
Tîma lêkolînê ya li Îngilîstanê, ji bo dîtina têkiliya di navbera germahiyên zêde yên îsal û mirinên qeydkirî de, texmîn kir ku di navbera meha Hezîran û Tebaxê de li 854 bajarên Ewropayê germahiya hewayê bi navgînî 2,2 pileyî zêde bûye.
Lêkolîneran daneyên berê yên ku nîşan didin ka zêdebûna germahiyê çawa rêjeyên mirinê zêde dike lêkolîn kirin û encam dan ku di van bajarên Ewropayê de di mehên havînê de dibe ku 24 hezar û 400 mirinên zêde çêbûbin.
Paşê ev hejmar bi daneyên texmînkirî yên ku diyar dikin bêyî guherîna avhewayê, bi zêdebûna navgînî ya 1,3 pileyî di germahiya hewayê de dê çend kes bimirin, hatin berhevkirin.
Di encamê de, hat diyar kirin ku ji sedî 70’ê mirinên zêde yên texmînkirî yên li bajarên Ewropayê, ango 16 hezar û 500 kes, ji ber germbûna gerdûnî ne.
Ev nîşan dide ku mirinên ji ber germahiya ku ji guherîna avhewayê çêbûye sê qat zêde bûye.
Îsal havîna çaremîn a herî germ a li Ewropayê hate qeydkirin
Tîma lêkolînê, bi heman rêbazê pêla germê ya ku di dawiya meha Hezîranê de li Ewropayê çêbû jî lêkolîn kir û encameke wisa bi dest xist.
Ji ber ku gelek welatan demeke dirêj digire ku daneyên fermî biweşînin, di lêkolînê de mirinên qeydkirî û sedemên wan nehatin berhevkirin.
Friederike Otto, ku di tîma lêkolînê de cih digire, got ku niha gihîştina îstatîstîkên rast ne mimkun e, lê texmîn di nav rêza rast de ne.
Akshay Deoras ji Zanîngeha Reading a Îngilîstanê jî diyar kir ku hejmara mirinên ji ber germahiyê yên li Ewropayê îsal dibe ku zêdetir be.
Li gorî lêkolînê, bajarê ku hejmara mirinên texmînkirî yên ji ber guherîna avhewayê herî zêde ye, bi 835 kesan Roma ye.
Paşê Atîna bi 630 û Parîs bi 409 kesan tê. Li gorî texmînan, ji sedî 85’ê kesên ku jiyana xwe ji dest dane 65 salî û jor in.
Îsal havîna çaremîn a herî germ a li Ewropayê hate qeydkirin.



