Kolombiya kirîna çekan ji Amerîkayê rawestand.
Amerîka jî got Kolombiya li dijî narkotîkê hevkarekî ne başe, ku Amerîka ji bo vê yekê salane 380 milyon dolarî alîkarî dide.
Serokê Kolombiya Gustavo Petro jî diyar kir, Artêşa Kolombiya wê çêtir be ku çekên xwe bixwe hilberîne.
Amerîkayê, Kolombiyayê ji bernameya hevkariya dijî narkotîkê ya Amerîkayê derxist.
Piştî biryara Amerîkayê bi rojekî, Kolombiya jî biryar da ku kirîna çeka ji Amerîkayê asteng bike.
Wezîrê Karên Hundir ê Kolombiyayê ragihand ku kirîna çekan ji Amerîkayê hatiye rawestandin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got:
“Kolombiya, hilberînerê herî mezin ê kokainê di hemû cîhanê de ye, salane bi sedan mîlyon dolar Amerîka alîkarî dide Kolombiyayê ji bo têkoşîna li dijî bazirganiya narkotîkê bike, lê welatê Kolombiya di têkoşîna li dijî kartelên narkotîkê de ne hevkarekî baş e.”
Li ser wê biryarê Wezîrê Karên Hundir ê Kolombiyayê Armando Benedetti jî got:
“Ji niha û pê ve çek ji Amerîkayê nayên kirîn û wekî welatekî kapîtalîst, divê Amerîka fêm bike ku xetereyên bazarê hene.”
Serokê Kolombiya Gustavo Petro jî diyar kir, Artêşa Kolombiya wê çêtir be ku çekên xwe bixwe hilberîne.
Her wiha Gustavo Petro destnîşan kir ku têkoşîna li dijî bazirganiya narkotîkê divê nebe amûrek serdestî û desthilatdariyê.
Li gorî agahiyan, Kolombiya salane heta 380 mîlyon dolar alîkariyê ji Amerîkayê werdigire.
Di belgeyekî de ku ji hêla Qesra Spî ve ji Kongreyê re hatî şandin de, hatiye gotin:
“Çandin û hilberîna kokaînê li Kolombiyayê di dema serokatiya Gustavo Petro de gihîştiye astên herî bilind û hewldanên wî yên têkçûyî ji bo tekoşîna bi kartelên narkotîkê re krîzê girantir dike.”
Belgeya ku ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatî îmzekirin, tê de hatiye diyar kirin, Kolombiyayê bicihanîna sozên xwe yên dijî narkotîkê de pêk neaniye.
Trump got:
“Ger hikûmeta Kolombiya tedbîran bigire û kokainê ji holê rake, hilberîn û bazirganiya kokainê kêm bike, ez ê vê biryarê betal bikim.”
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, hilberîna kokainê li Kolombiyayê pir zêde bûye û tenê nava çend mehên borî 2 hezar û 600 tonî Kokain hatiye hilberandin, li gorî sala borî ji sedî 53 zêde bûye.



