Artêşa Îsraîlê di êrişên xwe yê bejahî de li Xezayê 19 kes kuştin.
Her wiha kampa penaberan, konên koçberan bûn hedefa êrişan.
Li aliyê din jî artêşa Îsraîlê li Şerîa Rojava 120 Filîstinî girtin.
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li bajarê Xezayê êrîşî Nexweşxaneya Zarokan a Rantîsî kir, ku tê de 80 nexweş hebûn.
Ji aliyê din ve, di êrîşên ku di nava rojê de li bajarê Xezayê hatin kirin, 19 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê de hat gotin ku artêşa Îsraîlê şeva din qatên jorîn ên nexweşxaneyê di nav çend deqeyan de sê caran kir armanc.
Êrîşên Îsraîlê yên li ser bajarê Xezayê berdewam dikin
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, balafirên şer ên Îsraîlê li taxa Tel el-Hava ya li başûrê rojavayê bajarê Xezayê xaniyekê bombebaran kirin.
Di êrîşê de yek jê jin sê kes jiyana xwe ji dest dan.
Li taxa Rîmal a li rojavayê bajêr, di êrîşekê de ku avahiyek bi bombeyekê ji helîkopterê hat hedefgirtin, jinek Filistînî û keçika wê ya biçûk jiyana xwe ji dest dan.
Di êrîşa hewayî ya li nêzî Stadyuma Filistînê ya li navenda bajarê Xezayê de gelek zarok birîndar bûn.
Di êrîşa hewayî ya li ser avahiyekê li Kolana Nafakê ya bajêr de jî, li gorî agahiyên destpêkê, gelek kes birîndar bûn.
Îsraîlê li kampa penaberan a Nuseyratê ya li navenda Xezayê êrîş kir
Artêşa Îsraîlê li navend û başûrê Şerîda Xezayê jî êrîşên xwe didomîne.
Di êrîşa hewayî ya li ser xaniyekê li Kampa Penaberan a Nuseyratê ya li navenda Şerîda Xezayê de, malbateke ji sê kesan hat qetilkirin.
Li başûrê Şerîda Xezayê konên koçberan hatin hedefgirtin
Li bajarê Han Yûnusê yê li başûrê Şerîda Xezayê, helîkopterên artêşa Îsraîlê konên koçberan kirin armanc.
Di êrîşê de, 3 ji wan ji heman malbatê, 5 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.
Her wiha herêma El-Mewasî ya Han Yûnusê, ku Îsraîlê ew wekî “ewle” ragihandibû û Filistîniyan ber bi wir ve koçber kiribû, bû armanca êrîşan.
Di encama êrîşên artêşa Îsraîlê de li herêma El-Mewasî, zarokek jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Refahê yê li başûrê Şerîda Xezayê, artêşa Îsraîlê li ser Filistîniyên ku li benda alîkariyê bûn, êrîş pêk anî. Di êrîşê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê li Şerîa Rojava 120 Filistînî girtin
Di daxuyaniya Cemiyeta Girtiyên Filistînî de hat gotin ku artêşa Îsraîlê li Şerîa Rojava serdegirtinên xwe û girtina Filistîniyan didomîne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji destpêka hefteyê ve artêşa Îsraîlê li Şerîa Rojava nêzî 120 Filistînî, di nav wan de zarok, jin û girtiyên berê, girtine.
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê li bajarên El-Xelîl, Cenin, Nablus û Qelqîlya yên Şerîa Rojava serdegirtin û girtinên Filistîniyan zêde kiriye.
Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de li Şerîa Rojava 30 Filistînî hatine girtin.
Hat ragihandin ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve li Şerîa Rojava, artêşa Îsraîlê zêdetirî 590 jin, hezar û 550 zarok di nav de ji 19 hezar kesî zêdetir girtine.



