Li bajarê Hormozganê ya Îranê Polîsan 719 dironên qaçax di keştiyekê de dîtin.
Rayedar guman dikin ku ew doronan ji hêla MOSAD’ê ve hatibin şandin ji bo nav Îranê.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehr, fermandarê polîsê parêzgeha Hormozganê, gotiye:
“Polîsên Ewlehiya Aborî yên Gumrikê, dema lêgerînê de barek gumanbar dîtiye.”
Fermandarê polîsan diyar kir ku dema lêgerîna di keştiyekî de 719 dironên qaçax di keştiyê de hatibûn veşartin, hatin dîtin.
Rayedarekî payebilind yê Îranê got:
“Dibe ew dironan ji hêla MOSSAD’ê ve hatibe şandin da ku li hemberî rayedarên Îranê wek bombe bikar bînin.”
Hêjayî gotinê ye ku balafirên keşfê di şerê Îran-Îsraîlê de gelekî ji hêla MOSSAD’ê ve hatibû bikar anîn.



