Serokê Ukraynayê Zelenskiy ragihand ku Rûsya li welatê wî amadekariya du operasyonên êrîşê mezin ên nû dike.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, jî got şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê di demeke kurt de çareser nabe.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku Rûsya li welatê wî amadekariya du operasyonên êrîşê yên mezin ên nû dike.
Liderê Ukraynayê teqez kir ku ji bo li hemberî van êrîşan rawestin, pêwîstî bi alîkariya leşkerî ya zêdetir ji hevkaran heye.
Zelenskiy di axaftina xwe ya bi Sky News re got ku hemû hewldanên êrîşê yên Rûsyayê di demên dawî de têk çûne û wiha axivî:
“Sê hewldanên êrîşê yên Rûsyayê hebûn û hemû têk çûn. Lê, ew du êrîşên giran plan dikin.
Ji bo me ya herî girîng ew e ku leşkerên me ji hêla moral û ruhî ve bi hêz bimînin, em hem çek û hem jî piştgiriya darayî bidin wan.
Fînanse rasterast ji bo hilberîna balafirên bê mirov û pergalên şerê elektronîkî li Ukraynayê tê bikaranîn.”
Zelenskiy destnîşan kir ku têkçûna artêşa Rûsyayê ji ber windahiyên mezin ên personel û amûran e.
Zelenskiy: Rûsya nikare Rojhilatê dagir bike
Her wiha lîderê Ukraynayê diyar kir ku Rûsya nikare rojhilata Ukraynayê bi dest bixe û got:
“Min li Ewropayê û li Washingtonê jî got: Rûsya nikare rojhilata me bigire. Îdîayên wan ên dagirkirina Sumî jî tenê manîpulasyon in.”
Zelenskiy bibîr xist ku Ukraynayê piştgirî da hevdîtinên agirbestê yên di navbera Donald Trump û Vladimir Putin de li Alaskayê hatin kirin:
“Em piştgiriya agirbestê dikin. Bêyî hevdîtinên di asta lîderan de, dawîkirina şer ne mimkun e.
Mixabin, hevdîtinên ku hatin kirin encamên berbiçav neanîn.”
Zelenskiy di demeke kurt de ragihandibû ku êrîşa Rûsyayê ya li ser Sumî bi temamî têk çû.
Zelenskî dibêje yekîneyên Rûsî bi windahiyên giran re rûbirû man û di vê eniyê de êdî qebiliyeta êrîşê winda kirin û got:
“Îro, operasyona êrîşê ya Rûsyayê li Sumî bi temamî hate têkbirin.
Li ser xeta sînor şer berdewam dikin, lê yekîneyên Rûsî ji ber windahiyên giran êdî nikarin di vê aliyê de pêşve biçin.”
Sekreterê giştî yê NY: Ez dawiya şerê li Ukraynayê nabînim
Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, di 16’ê Îlonê de li New Yorkê di civîna çapemeniyê de got ku şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê di demeke kurt de çareser nabe.
Guterres got:
“Ez di derbarê pêşketina demkurt a proseya aştiyê ya li Ukraynayê de ne xweşbîn im. Helwesta me pir zelal e.
Pêwîstî bi agirbesteke lezgîn heye, lê agirbesteke ku li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî, hiqûqa navneteweyî û biryarên Meclisa Giştî rê li ber çareseriyê veke.”
Sekreterê Giştî bibîr xist ku Rûsya bi tundî li dijî fikra agirbestê ye û got:
“Ez ditirsim ku ev şer, bi taybetî bi asta xwe ya dramatîk, herî kêm ji bo demekê berdewam bike, ji ber ku bandoreke mezin li ser sivîlan dike û ev rewşeke pir bi xemgîn e.”



