Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li kantona Tebqayê îro der barê mijara destûra Sûriyeyê û rewşa hikumeta veguhêz de civînek li dar xist.
Endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, nûnerên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Gelan a kantona Tebqayê tev li civînê bûn.
Civînê li navenda partiyê ya li Tebqayê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Tebqayê Yasir El Kurdî axivî.
El Kurdî têkildarî serdema piştî hilweşîna rejîma berê ya Sûriyeyê û avakirina hikumeta veguhêz a niha axivî û got: “Divabû hikûmeta rê li ber hemû Sûriyeyiyan hatiba vekirin da ku tevlî avakirina dewletek demokratîk bibin, lê bi awayekî zelal beşên mezin ên civaka Sûriyeyê, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Siweyda, perav û deverên din, hatin paşguhkirin.”
El Kurdî wiha domand: “Vê paşguhkirinê rasterast bandorê li avakirina Komîteya Destûrê kir ku komîteyeke kêm û bi fermanên derve hate avakirin.”
Rojnamevan Hiba Fatêh jî li ser qonaxa veguhêz a piştî hilweşîna rejîmê, hikumetê çawa bi mijara rewabûn û nûneriyê re mijûl bû û sedemên têkçûna wê axivî.
Di dawiya civînê de, beşdaran diyar kir ku divê destûr ji nava sûriyeyiyan derkeve û bibe peymaneke civakî ya Sûriyeya siberojê.



