Civîna 10’emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li meclisa Tirkiyê pêk hat.
Di vê civînê de li akademîsyenan hate guhdarîkirin.
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş diyar kir ku piştgiriyeke xurt ji bo komîsyonê heye û got:
“Divê em destê xwe lez bigirin, tavilê aştî û xwişk-biratiya mayinde pêk bînin.”
Serokê Meclisê destpêka civînê axivî û diyar kir komîsyon bi lihevkirineke berfireh xwe gihandiye van rojan û got:
“Divê em destê xwe lez bigirin û modeleke çareseriyê ya resen a Tirkiyê derxin holê.
Kûrtûlmûş: Zemînekî lihevkirina civakî ava bûye
Kurtulmuş, diyar kir ku zemîneke lihevkirina civakî ava bûye û wiha dewam kir:
“Piştî banga ji Îmraliyê ku dibêje dê rêxistin xwe bi temamî fesix bike û çek bi temamî bên berdan em van civînan li dar dixin. Lewma jî erka pêşîn ya vê komîsyonê ew e ku li ser navê gel, lihevkirina sererastkirinên qanûnî çêbike.
Em ê hemû gavên ji bo çareseriya pevçûnan di danûstandinên aştiyê de hatine avêtin bi hûr kûr binirxînin.”
Kurtulmuş di dawiyê de got:
Kûrtûlmûş: Divê em bi lez bikin û aştiya mayînde pêk bînin
“Piştgiriyeke mezin ji bo xebatên komîsyonê heye. Divê em destê xwe lez bigirin. Em mecbûr in ku di demeke kurt de aştiya mayinde pêk bînin.”



