Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Reqayê, kesekî ku madeyên hişbir û cîhazên diziyê pê re hebûn, girt.
Naveda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê girtina kesekî ku madeyên hişbir radihştê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Hêzên me yên li dijî narkotîkê 17`ê Îlonê kesekî ku li cem wî narkotîk û tiştên diziyê hebûn girtin.
Di girtinê de ev tişt pê re hatin desteserkirin:
31 gram mîsa krîstal.
2 alavên ji bo bikaranîna madeyên hişbir.
Cîhazên diziyê.
Kesê girtî, li gel tiştên desteserkirî, ji bo lêpirsîn û tedbîrên qanûnî yên bêtir ji Dozgeriya Giştî re hatin veguhastin.
Hêzên me hewldanên xwe yên berdewam ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbirê û desteserkirina kelûpelên diziyê piştrast kirin, da ku ewlehî û aramiya civakê biparêzin



