4’emîn Festîvala Xurmeyan ku li kantona Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin, 43 cureyên xurmeyan hatin pêşkêşkirin, gelek cotkar beşdar bûn. Komîteya amadekar xelat li ser xwediyên cureyên xurmeyan ên herî baş belav kirin.
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Dêrazorê bi hevkariya tîma xwecih a bi navê ‘’sibe xweştire’’, Festîvala Xurmeyan a 4’emîn li bajarokê Baxozê yê rojhilatê Dêrazorê bi beşdariya cotkaran li dar xisit.
Festîval bi serenavê ‘’Şîrînî û qencî ji bo wan kesên ku xurmeyên me dixwin… Em hez dikin ku ji we gotinên ser xurmeyên me bibihîzin’’ e.
Di festîvalê de şêx, rûspiyên eşîran, nûnerên meclisên xwecih, endamên saziyên sivîl û leşkerî her wiha nûnerên komîteyên jinan ên rojhilatê Dêrazorê jî beşdar bûn.
Festîval bi pêşandanên siwariyên kevneşopî û performansên folklorî dest pê kir, ku kûrahiya mîrata çandî ya herêmê nîşan da.
Her wiha di festîvalê de, jinên ji herêmê jî bi çêkirina nanê sêlê, rêbaza “Xadh ala Al Şakewa”, hunandina zilê (cureyek cawê hunandî ye) û rêzek hunerên din ên kevneşopî ku herêm pê navdar e, nîşan dan ên ku rola jinan di parastina vê mîrateya çandî de destnîşan dikin.
Hevserokê Meclisa Aborî û Çandiniyê ya rojhilatê kantona Dêrazorê Elî El Asî, bi xêrhatina beşdaran kir û girîngiya çandina darên xurmeyan li Baxozê û zehmetiyên di salên dawîn de anî ziman.
Her wiha hevserokê Yekîtiya Cotkaran a rojhilatê Dêrazorê Aad El Maat destnîşan kir ku ev festîval ji bo sektora çandiniyê xwedî girîngiyeke mezin e. El Maat aşkera kir ku ji bo piştgiriya vê sektorê û dabînkirina zirarên lê hatine, planên wan hene.
Hevseroka Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Dêrazorê Meysa El Hemîd, teqezî li ser “Piştgiriya jinên ku di çandina xurmeyan û baxçeyên fêkiyan de dixebitin” kir û girîngiya hêzdarkirina jinan di vê sektorê girîng de destnîşan kir.
Beşdaran di konê ku cureyên xurmeyan tê de hatin pêşandan de geriyan, beriya ku komîteyê dest bi karê xwe bike, wan li hemû cureyan temaşe kirin.
Juriya festîvalê ji 43 cureyên xurmeyan ên ku 21 cotkarên jin û mêr pêşan dane, cureya herî baş û bi kalîte hilbijartin. Jurî ji 6 endaman pêkh hat.
Di dawiya festîvalê de 3 cotkarên serkeftî ku cureya xurmeyan wan a herî baş e, hatin xelatkirin. Navên wan li gorî jûrî, Mehmûd Tewfîq Teysîr El Mersûm, Lorans El Ebûd û Mehmûd El Ernûs in.
Yekitiya Cotkaran, ji bo pêşxistina çandina xurmeyan li herêmê, cotkarên din jî xelat kirin.
Bajaorkê Baxozê bi xurmeyên xwe navdar e. Li gorî serjimariya Şaredariya bajaorkê zêdetirî 12 hezar darên xurmeyan tê de hene. Li Sûriyeyê Baxoz jêdera yekemîn a xurmeyan e. Piraniya niştecihên Baxozê debara xwe bi bazirganiya wê dikin.



