Di Tûrnûvaya Vekirî ya Kişikê ya li bajarê Tebqayê de 18 lîstikvanên ji hemû temenan beşdar bûn.
Di tûrnuvayê de 18 lîstikvanên ji hemû temenan beşdar bûn. Maçên roja yekemîn li gorî sîstema Swîsrayê bi rê ve çûn. Lîstikvan 4 ger lîstin, her gerekê 15 deqeyan dirêj kir.
Çaverê ye sibe bi heman rêbazê lehengî bidome û 3 lîstikvanên serkeftî werin xelatkirin.
Meclisa Werzîşê di çarçoveya xurtkirina çalakiyên werzîşî û teşwîqkirina werzîşvanan de vê tûrnuvayê li dar xistiye.



