Li bajarê Amed û Wanê yên bakurê Kurdistanê ji bo “mafê hêviyê” meşên girseyî lidarxistin, kesên di meşê de axivîn gotin:
“Ev meş, meşek e ji bo bidawîkirina êşên li vî welatî û vekirina rêya aştîyê ye. Birêz Ocalan divê azad be.”
Meşa li Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk pêk hat.
Meş bi dirûşmeya “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin” ji girtîgeha Amedê û li navenda bajêr veguherî mitîngê.
Li wir Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk “DBP” Çîgdem Kiliçgün Ûçar axivî.
Çîgdem Ûçarê bal kişand ser berxwedana girîng a li Kurdistanê û got:
“Divê komîte îro an sibê biryara xwe ya der barê “mafê hêviyê” de eşkere bike.
Divê ev biryar piştgiriyê bide demokrasiya Tirkiyeyê.”
Meşa Wanê: Em bi milyonan li pey Rêber Apo ne
Li Wanê jî , ji bo “Mafê hêviyê” meşeke girseyî hate lidarxistin.
Di mitînga meşê de, Parlamanetera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz axivî.
Gulcan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û got:
“Em dixwazin aştiyê bînin ser rastiyê.
Ji bo ku ev pêk were, divê Birêz Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe.”



