Balafireke bêmirov a Îsraîlê li Beelbek a li rojhilatê Lubnanê erebeyek bombebaran kir.
Di encamê de 2 kes hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku duh li bajarê Beelbek ê li rojhilatê Lubnanê êrişek pêk aniye.
Di encamê de kesê bi navê Hisên Sêfo Şerîf û kesekî din hatine kuştin.
Artêşê aşkera kir ku Şerîf “bazirganekî çekan” e û li hundirê Sûriyeyê beşdarî êrişên li dijî Îsraîlê bûbû.
Di encama êrişê de 2 kes hatin kuştin
Li gorî Ajansa Neteweyî ya Ragihandinê ya Lubnanê:
Balafireke bêmirov a Îsraîlê duh, erebeyek li taxa El Esîra ya li Beelbekê bombebaran kiribû, di encamê de 2 kes hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî diyar kir ku wek bîlançoyek destpêkê di êrişê de 2 kes hatine kuştin.



