Şandeya jinan a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtinên xwe yên li Ewropayê didomîne.
Duh şande hevdîtin bi seroka parlamentoya Fransayê û hejmareke parlamenteran de kirin.
Di hevdîtinê de pêşdeçûnên li Sûriyê, girîngiya pêkanîna bendên peymana 10ˊê Adarê û misogeriya mafên jinan di Sûriya siberojê de, nîqaş kirin.
Êvara borî şande bi seroka parlamentoya Fransayê Yael Braun-Pivet û hejmareke parlamenterên blokên çepgir ên Fransayê re civiya.
Her wiha bi nûnerên partiyên siyasî jî hevdîtin kir.
Di hevdîtinan de pêşdeçûnên li Sûriyê, pêwîstiya pêkanîna peymana 10ˊê Adarê ya di navbera QSD’ê û Hikûmeta Sûriya Veguhêz de hatin nîqaşkirin.
Ji Fransayê jî hat xwestin ku ji bo pêkanîna peymanan roleke aktîf de bilîze.
Di hevdîtinan de girîngiyeke taybet ji bo rewşa jinên ji Sûriyê, nexasim ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hat dayîn.
Hat destnîşankirin ku pêwîstî bi misogerkirina mafên jinan di Sûriya siberojê de û avakirina dewleteke demokratîk a nenavendî ku mafên tevahî pêkhateyan û azadiya wan biparêze, heye.
Şandeyê komkujiyên li dijî Elewiyên li perava Sûriyê û Durziyên li Siwêdayê bi bîr anîn.
Şandeyê diyar kir ku her çareseriyeke siyasî divê edalet û wekheviyê misoger bike.



