Li Pakistanê ji ber lehiyê hejmara miriyan her ku diçe zêde dibin.
Hat ragihandin ku ji 26’ê Hezîranê ve hezar û 2 kes di lehiyên ku ji ber barana zêde li seranserê Pakistanê çêbûne de mirine.
Desteya Rêveberiya Karesatên Neteweyî ya Pakistanê derbarê lehiyên li welêt de daxuyaniyek weşand.
Li gorî daxuyaniyê, 1002 kes, di nav de 274 zarok û 163 jin, di lehiyê de mirine, û zêdetirî 1000 kes jî birîndar bûne.
Li parêzgeha Pencabê zêdetirî 2.4 mîlyon kes bi awayekî neyînî bandor bûne.
Lehiyên ku zirareke girîng dane binesaziyê, li seranserê welêt zêdetirî 12 hezar xanî zirar dîtine û 6 hezar û 509 sewal telef bûne.
Rayedaran gotin ku ev lehî ji karesata 2022’an vir ve karesata herî xirab e ku ji hezar û 700î zêdetir kesan jiyana xwe ji dest da, sêyeka welêt di bin avê de ma û 32 milyar dolar zirar da.



