Artêşa Îsraîlê doh li bajarê Baalbek a rojhilatê Lubnanê bi êrişên hewayî wesayîtek hedef girt, 2 kes hatin kuştin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA ragihand di êrîşeke droneke Îsraîlê de ku wesayîtek li navçeya Esira ya Baalbek hedef girt, 2 sivîl hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê jî îro ragihand ku di êrîşa Baalbekê de, Huseyîn Seyf Şerîf ku bazirgan û dabînkerê çekan ê mezin e, bêbandor kir.
Berdevkê medyaya erebî yê artêşa Îsraîlê, di daxuyaniyekê de ku bi rêya platforma “X” hatiye weşandin, got:
“Çalakiyên terorîst peymanên di navbera Îsraîl û Lubnanê de binpê dikin.
Hêzên Parastina Îsraîlê dê ji bo jiholêrakirina her gefê li ser Dewleta Îsraîlê berdewam bikin.”
Ji dema ku agirbest ket meriyetê, artêşa Îsraîlê li Lubnanê zêdetirî 4 hezar û 300 binpêkirin kiriye, ku di encamê de herî kêm 271 kes mirine û 610 kes jî birîndar bûne.



