Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyê 14’ê Îlonê bi biryareke fermî kanala perwerdeyê ‘Syrian (ecêkêşinal) Educational Satellite Channel’ girt û karmendên wê qewitandin.
Kanala Satelîtê ya Perwerdehiya Sûriyê 21’ê Hezîrana 2009’an, ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya berê ve hatibû vekirin. Kanal li ser peykên Arabsat (Badr 4) û Nilesatê dest bi weşanê kiribû.
Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz weşana kanalê rawestand, mûçeyên karmendên wê yên daîmî ku hejmara wan 40 e, sekinand, her wiha nêzî 70 karmendên din dûr xistin. Di heman demê de hejmareke karmend veguhastin parêzgehên din.
Karmendan diyar kir ku rayedaran avahiya kanalê girt û nehişt ew kel û pelên xwe yên şexsî jî bi xwe re bibin. Piştre ew veguhestan dibistanekê ku ew jî piştre hat girtin.
Karmend bi fikar in ku ji bo parêzgehên din werin veguhastin û got “Em ê li ku derê xew bikin? Li kolanan? An armanca wan ew e ku em îstîfa bikin?”
Mûçeyên sîstema “kuponê” ên karmendan, ji destpêka vê salê ve nehatine dayîn.



