Amerîka ragihand ku wan hin dîplomatên xwe di dosya Sûriyê de, ji kar girt.
Ev dîplomat di “Maseya Sûriya Herêmî” ya girêdayî şandeya Amerîka de dixebitin.
Navenda maseyê jî li Stenbolê ye.
Rutersê diyar kir ku Amerîka di nava çend rojên derbasbûyî de hejmarek dîplomatên xwe yên dosyaya Sûriyê ji erk avêt.
Rutersê destnîşan kir ku dîplomatên dest ji wan hate berdan di “Maseya Sûriya Herêmî” ya girêdayî şandeya Amerîka de kar dikirin. Navenda Maseya behsa mijarê, bajarê Istenbol e.
Wan rapor yekser ji nûnerên Amerîka yê Taybet bi Sûriya Tom Barrack re, rakir.
Dîplomasekî Amerîkî diyar kir ku biryara dawîkirina erka hin karmendan di çarçoveya ji nû ve rêxistinkirina tîma kar pêk hatiye.
Her wiha da zanîn ku siyasetên Amarîka li Sûriyê bi vê gavê bandor ne-bûye.
Hin dîplomatên rojavayî ev tevger wekî gaveke ne “dildarî û nişka ve” pêk hatiye. lê belê ew bi nerîna di hindirê tîmê, derbarê sberoja QSD’ê û têkiliya wê bi hikûmeta veguhêz a Sûriyê de pêk hatiye.


