Hevpeymaniya Navneteweyî li gundewarê başûrê Hemayê operasyon pêk anî, di encamê de serçeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin.
Şeva roja Pêncşemê, hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li gundê El Cerîcase li gundewarê başûrê Hemayê, êrîşeke asmanî pêk anî.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku operasyon ji 2 saetan zêdetir dom kir.
Di encamê de kesek bi gumana ku endamekî DAIŞ’ê ye hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.



