Nameya ku Rêber Abdullah Ocalan ji rûspî û şêxên eşîrên Sûriyê re şandibû bi berfirehî hat pêşwazîkirin û dengvedaneke erênî wergirt.
Heta niha name gihîştiye zêdetirî 31 êl û eşîran.
Eşîran name bi bangeke durist a ji bo aştiyê û avakirina Sûriyeke ewleh û aram bi nav kir.
Înîsiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Meclisa Rûspiyan ji bo radestkirina nameyê ji rûspî û eşîran re şandeyek ava kir.
Şandeyê serdanên fermî ji eşîran re kirin.
Nêrîn û helwestên piranî rûspî û şêxên eşîr û êlên Ereb bûn yek ku nameya Rêber Abdullah Ocalan di cewhera xwe de bangek durist ji bo aştiyê vedihewîne.
Her wiha nêrînek li ser bingeha prensîbên jiyana hevbeş û xurtkirina têkiliyên biratiyê di navbera pêkhateyên cûda yên civakê de nîşan dide.
Rûspî û eşîran piştgiriya xwe ji (QSD) re nîşan da û gotin QSDˊê roleke pêşeng di bersivdana êrişên DAIŞˊê de da, ewlehî û aramiya li herêmê parast.
Hêjayi bi bîrxistin ê ku hîna şande serdanên xwe ji şêx û rûspiyên eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re didomînine.



