Li bajarê Hesekê, 24 eşîrên Hevêrka civîneke berferh li dar xist û meclisa xwe ava kir.
Civîn li Navenda Hola Şeto, bi durişmeya “Bi hev re ji bo vegerandina rûmeta Hevêrka” pêk hat.
Rûspiyên eşîrên herêmê û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn.
Di civînê de şêwirmendê eşîra Hevrêka, Silêman Şeto axivî û got:
“Civîn nûnertiya rihê hezkirin û hevgirtinê ye ku pêkhateyên cûda ên civakê bi hev re dike yek.”
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêzan Gulo jî axivî û besa giringiya rola eşîran di parastina ax û kevneşopiyan de kir.
Piştî axaftinan, Zîwer Haco wekî Serokê melisa Yekîtiya Eşîrên Hevrêka hate destnîşankirin da ku karûbarên wan birêve bibe.
Di dawiyê de beşdarên teqezî bi hevgirtin û hevkariya di navbera hemû pêkahteyên herêmê de kirin.



