Koalîsyona Navneteweyî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan serçeteyekî DAIŞ’ê li Sûriyê kuştin û got:”Ev çete pilan dikir ku yekser êrişî Amerîka bike”.
Koalîsyonê eşker kir bi êrişeke hewayî serçeteyê bi navê “Umer Ebid El Qadir” kuştin û got:
“Çeteyê navbûrî pilan dikir li hindirê Amerîkayê, êrişan pêk bîne.
Di nava pilanên wî de jî hedefgirtina balozxan û welatiyên Amerîkayê yên ku li welatên cuda hene.”
Li gorî daxuyaniya koalîsyonê kuştina serçete “Umer Ebid El Qadir” derbeyeke mezine ji bo têk birina DAIŞ’ê ye.
Fermandarê CENTCOM’ê lîwa Brad Cooper got, hêzên me di pabendbûna xwe ya têkbirina mayînde ya DAIŞ’ê û parastina xaka Amerîkayê wê her kar û xebata xwe bidomîne.



