Di encama êrişeke çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê, şervanekî QSD’ê şehîd bû 2 jî birîndar bûn.
Têkildarî mijarê navenda ragihandi ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê daxuyaniyek da û got:
“Li bajarokê Mihêmîd yê rojavayî Dêrzorê, çeteyên li ser mitorsiklê êrişî dewriyek me kirin.
Dewriya me erka xwe ya rojanê di parastina aramî û ewlehiya herêmê pêk tanîn.
Di encamê de, şervanekî me şehîd bû, 2 din jî di dema têk birina êrişê de birîndar bûn.”
QSD’ê destnîşan kir ku ev êriş di çarçoveya xwe ji nûve zindî kirina DAIŞ’ê de pêk tê û teqez kir ewê erk û têkoşîna xwe ya têkbirina çeteyên DAIŞ’ê dewam bike.



