Şêniyên kantona Tebqayê û koçberên ji Efrîn-Şehbayê ku li wir dimînin bang li hêzên navneteweyî kir ku tecrîda li dijî Rêber Ebdullah Ocalan bi dawî bikin da ku rola xwe di pêkanîna demokasî û edaletê de pêk bîne.
Şêniyên kantona Tebqayê û koçberên ji Efrîn-Şehbayê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan destpêka pêvajoyeke nû ya aştî û aramiya herêmê ye.
Elîf Mihemed a ji Tebqayê diyar kir ku armanca vê pêvajoyê ew e ku mozaîka Rojhilata Navîn vegerîn rastiya wê, hemû gelên azadîxwaz bike yek, da ku her gel bikaribe bi zimanê xwe biaxive û nasnameya xwe bi dest bixe.
Ji koçberên Efrînê Arif Sîdo ku li kantona Tebqayê dijî, ragihand ku Rêber Abdullah Ocalan tevî tecrîda giran a berdewam jî, projeyek girîng ji bo aştî û civakeke demokratîk pêşkêş kir.
Sîdo da zanîn ku zagonên navneteweyî, bi taybet yên NY, ji girtiyên ji 70 salî mezintir “mafê hêviyê” didin, li gorî wê divê Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî were berdan.
Ji şêniyên Tebqayê Emîne Silêman diyar kir “azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê wateya azadiya jinan û civakê bi tevahî.



