Endamên Mala Jin û Kongra Star ên li bajarê Qamişlo diyar kirin, berdewama tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina pîvanên navneteweyî ne, di heman demê de pêvajoya aştiyê asteng dike.
Endaman daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got, azadiya wî azadiya tevahî jinan e.
Jinan di dewaniya daxuyaniyê de, destnîşan kirin ku ramanên Rêber APO bûye jêdera hêvî û îlhamê ji mîlyonan kesî re.
Her wekî îşaret pê kirin ku pirsgirêka jin tevahî mirovahiyê eleqedar dike û azadiya fîzîkî ya Rêber APO gavek girîng ber bi pêkanîna aştî û edaletek mayînde ve ye.
Jinan bang li aliyên peyîwendîdar kirin ku erkê xwe yên qanûnî û mirovî bi cih bînin û dawî li ne-heqiya dîrokî bînin.



