Şêniyên bajarê Dêr Heferê yê li gundewarê rojhilatê Helebê xemgîniya xwe ji ber komkujiya ku duh êvarê li gundê Um Tîna yê li gundewarê bajêr pêk hat anîn ziman.
Şêniyan ji kanala me Ronahî Tv re li ser bûyerê û şeva dijwar axivîn.
Şêniyan tekez kirin ku xwînrijandinê red dikin û komkujiya ku duh êvarî li gundî Um Tîna çêbû şermezar kirin.
Her wiha banga hesab pirsîna sûcdaran û rawestindana bombebaranan û şer kirin.
Heta niha metirsî dinava gel de ku şer û bombebaran careke din çêbibe heye.
Hêjayî gotinê ye ku gundê Um Tîna şeva duh êevarî bi awayekî bêserûber ji aliyê balafirên bêmirov û topan ve hate bombebarankirin, ku di encamê de 8 kes hatin kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn ku hîn jî li nexweşxaneyên bajarê Helebê têne dermankirin.



