Şandeya Awistralyayê serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, di serdanê de rewşa dawî li Sûriyê hat nirxandin û spasiya Rêveberiya Xweser ya herêmê hate kirin.
Şande ji serokê Senator David Shoebridge û endamê meclisa rûspiyan ya Awistralyayê, di çarçoveya gera meydanî de ji bo şopandina rewşa siyasî, civakî û mirovî ya li herêmê pêk hat.
Şande ji aliyê endam û hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwser li bajarê Qamişlo hatin pêşwazî kirin.
Di civînê de her du aliyan de, rewşa dawî li Sûriyê, rewşa kampên li herêmê û têkoşîna QSD’ê ji bo têkbirina DAIŞ’ê hate nîqaşkirin.
Her wekî peyman 10’ê, destek dayîna ji bo pêkanîna wê û misogerkirna mafê hemû pêkhateyan û bi taybet mafê jinan li ser hate gotûbêjkirin.
David Shoebridge spasiya xwe ji bo tecrûbeya Rêveberiya Xweser anî ziman û destnîşan kir ku ev tecrûbe “hêjayî piştgirî û veguheztinê weke modelek demokratîk ji bo tevahî herêmê.



